
Li Çinarê du mînîbûs li hev qelibîn: 2 birîndar
Li navçeya Çinara Dîyarbekirê du mînîbûsên ku yek ji wan di nav de nexweşên dîyalîzê hebûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzê gundê Huccetîya ku 25 kîlometre dûrê navçeya Çinarê ye pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa bi plaqeya 21 AEV 283 ya aîdê Nexweşxaneya Dewlet a Çinarê ye û wesayîta bi plaqeya 72 BA 216 di rêya ku ji ber xebatê bi yek şerîdî tê şixûlandin de li hev qelibîn.
Di encama qezayê de şofêr mînîbûsê û nexweşekî dîyalîzê birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.