Li Çinarê du wesayît li hev ketin, 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Çinarê di qezaya trafîkê ya du wesayîtan de 2 kes birîndar bûn.
Qeza li gundê Beşpınar, bi qasî 7 km dûrî navenda navçeya Çinarê qewimî.
Li gorî agahiyan, li ser rêya Amed-Mêrdînê li xaçerêya hîpodromê otomobîlek bi plakaya 07 ANH 287 û otomobîlek bi plakaya 34 LZ 9895 ku di heman alî de diçûn li hev ketin.
Di qezayê de 2 kesên di wesayîtan de birîndar bûn û piştî wergirtina alîkariya yekem ji paramedikan, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.








Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.