Li Çinarê jineke ku pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hene windayê
Li navçeya me Çinarê, jina bi navê Hurriyet Kiliç a ku tê îdiakirin pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hene, tê lêgerîn.
Li gundê Qubacixê yê ku nêzî 18 kîlometre dûrî navenda navçeya Çinarê ye, ji serê sibê ve tu xeber ji Hurriyet Kiliçê nayê girtin a ku tê îdiakirin pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hene.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Hurriyet Kiliç a ku tê diyarkirin serê sibê derdora saet 04.00’an de ji mal derketiye, careke din venegeriyaye malê.
Xizmên wê yên ku bi tu awayî agahî jê negirtin, rewş ragihandin jandarmeyan.
Ji hêla jandarmeyan ve ji bo dîtina jina winda xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.

Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.