Li Çinarê Pêşbirka Siyerê bi beşdariyek mezin hat lidarxistin
Pêşbirka Siyerê ya ku li seranserê Tirkiyeyê hat lidarxistin, li navçeya me Çinarê bi beşdariya giris (mezin) hat kirin.
Pêşbirka Siyerê ya bi xelat ku ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi slogana 'Wî Bixwîne, Wî Bijî' hat lidarxistin, li gelek navendan pêk hat.
Li navenda navçeya Çinarê û li gundan, bi hejmareke zêde beşdarî di îmtîhanê de çêbû. Peyvirdarên (gorevdar) ku serê sibê zû çûn salonên îmtîhanê, piştî amadekariyên xwe temam kirin, dest bi girtina beşdarvanan kirin.
Ji gelek gundên dûr ên navçeyê jî, hejmareke zêde ya xwendekaran ji bo ku bikevin îmtîhanê, ji saetên sibê ve berê xwe dan dibistanan û herikîn salonên îmtîhanê.






Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.