Li Çinarê qamyonek li zarokekî qewimî
Li navçeya Çinarê zarokek ji ber lêdana qamyonekê birîndar bû.
Qeza li gundê Sipyagê qewimî, ku bi qasî 20 km ji navenda navçeya Çinarê dûr e.
Li gorî agahiyan, qamyona ku navê ajokar û plakaya wê nayê zanîn, li Ö.Ç. (12) qelibî. Zarokê birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê alîkariya yekem wergirt û dû re ji bo Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya li Dîyarbekirê hat veguhastin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.