Li Çinarê qeza: 1 mirî, 3 giran birîndar
Li navçeya Çinara Dîyarbekirê qezayeke trafîkê pêk hat, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Qeza, li nêzê gundê Xanikajêr a Çinarê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 73 ABD 532 ya ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, ji Silopîya Şirnexê ji bo biçe nexweşxaneya diçû Dîyarbekirê gêrê şerempolê bû.
Hat diyarkirin ku Abdulkerîm Kahraman (62) canê xwe ji dest da, 3 kes jî giran birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.