Li Çinarê Şeva Qedrê hat îdraqkirin
Bi minasebeta Şeva Qedrê, beşdariyeke zêde ji bo bernameyên ku di mizgeftên Çinarê de hatin organîzekirin çêbû.
Li Mizgefta Xaçerê (Dörtyolê) ya Çinarê bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir de, Mewlûda Kurdî û îlahî hatin xwendin û paşê li ser girîngiya Şeva Qadrê sohbet hat kirin. Bername bi duaya ku di dawiya sohbetê de hat kirin bi dawî bû.
Piştî bernameya ku beşdariyeke zêde lê hebû, şîranî û vexwarin hatin îkramkirin. Çinarî di mizgefta ku heta nimêja sibehê vekirî ma de, wextê xwe bi îbadetê derbas kirin. Di saetên dereng ên şevê de îkrama şorba germ jî hat kirin.
Dengê Xana Axpar






Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.