Li Çinarê wesayît li çêlekan xist: 1 birîndar
Li gundê navçeya Çinarê ya Dîyarbekirê wesayîtek li çêlekan xist, di encamê de mirovekî birîndar bû.
Qeza, li gundê Melkişa ku 30 kîlometre dûrê navçeya Çinarê ye pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 FLJ 23 ya ku di bin îdareya Mehmet Y. de bû, li çêlekên ku derketin rê xist.
Di qezayê de F.Y. (16) ji camê pekîya derve û birîndar bû. Di wesayîtê de jî xesareke mezin çêbû.
Di qezayê de çêlek jî telifî. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.