
Li Çînê ji ber barana zêde 5 kesan canê xwe ji dest dan
Ji ber barana zêde ya li Çînê pênc kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî winda bûn.
Ji ber barana zêde ya li wîlayetên Guangdong û Guangxiyê yên başûrê Çînê pênc kes mirin û gelek kes jî winda bûn.
Rayedaran hişyarî dan ku barana dijwar, lehî û karesat dê li başûrê welat berdewam bikin.
Navenda Meteorolojiyê ya Neteweyî ya Çînê ji bo wîlayeta Jiangxi, Zhejiang, Fujian, Guangxi, Guangdong û bakurê rojavayê Xinjiang hişyariya baranê da.
Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Çînê Xinhua, ji bo hin deverên Zhejiang, Fujian, Guangdong û Guangxiyê hişyariyek zer hatiye dayîn, ku nîşan dide ku dibe ku li deverên çiyayî lehî çêbibin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.