Li çîyayên Dîyarbekirê şewat derket

Li çîyayên Dîyarbekirê şewat derket

Di navbera gundên Dêrqam û Husênika Licê û gundê Hûrêya Hênê de şewateke ku hêj sedema wî nayê zanîn derket, 3 welatî ji dûya agir tesîrdar bûn.

Şewata ku li çîyayên Dîyarbekirê derket hêna jî berdewam dike.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên AFAD, îtfaîye, 112 cenderme û Midûrtîya Daristana Dîyarbekirê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihîştin cîhê bûyerê bi lez û bez dest bi xebatê kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Dîyarbekirê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li gundên Hûsênika, Dêrqam, Firdeys, Fîs, Pirêk, Mizage û Argula Licê şewat derket.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 3 welatî ji dûya şewatê tesîrdar bûne, “Xebatên vemirandina şewatê, di koordînasyona (AFAD) Walîtîya me de, bi desteka ekîbên Midûrtîya Daristanê, Şaredarîya Bajarê Mezin, DSÎ û ekîbên ku ji bajarên derdorê hatine ve bênavber berdewam dike. Hêna jî li herêmê 74 wesayît û 226 personel wezîfe digrin. Ji welatîyên me re derbasî be.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.