Li Cizîrê wesayîta îtfaîyê di rê de qulibî: 5 kes birîndar bûn

Li Cizîrê wesayîta îtfaîyê di rê de qulibî: 5 kes birîndar bûn

Ekîbeke îtfaîyê ya ku li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê agir vedimirand qeza kir. Di qezayê de 5 îtfaîyevan birîndar bûn.

Qeza, nîvro li ser rêya kevin a Cîzîr-Şirnexê, li nêzî Rezîdansên TOKÎ yên li Gundê Kurtuluşê qewimî.

Li gorî agahiyan, wesayîta îtfaîyeyê ya ku bi bihîstina agir ji herêmê re hatiye şandin, piştî ku şofêr kontrola direksiyonê winda kiriye wergeriyaye.

Pênc îtfaîyevanên di wesayîta ku wergeriya de bûn birîndar bûn.

Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristîyê hatine şandin, piştî ku alîkariya yekem dan, îtfaîyevanên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku kesên birîndar ên ku ji bo dermankirinê hatine birin rewşa wan baş e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.