Li Cizîrê zêr û pereyên biyanî yên qaçax hatin desteserkirin

Li Cizîrê zêr û pereyên biyanî yên qaçax hatin desteserkirin

Di operasyoneke li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de, zêr û pereyên biyanî yên qaçax ên bi nirxa bazarê ya bi qasî 590 milyon lîreyê Tirkî ye hatin desteserkirin, her wiha li dijî 3 şikdaran jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Di bin koordîneya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê de, ekîbên Şaxa Têkoşîna li dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Rêxistinkirî û Îstîxbaratê yên Midûriyeta Polêsan a Şirnexê, digel Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, di çarçoveya têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê de operasyonek li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de, li navçeya Cizîrê wesayîtek şikdar hate rawestandin û lêgerîn kirin. Di lêgerînê de, zêr û pereyên biyanî yên qaçax ên ku nirxa wan a bazarê nêzîkî 590 milyon lîreyên Tirkî bû, hatin desteserkirin.

Di operasyonê de 30 zêrên ku her yek giraniya wan 1 kîlo bû, bi tevahî 85.939.5 gram zêr di 66 perçeyan de, digel 90.600 dolar û 7.470 euro hatin dîtin.

Derbarê 3 şikdaran de têkildarî bûyerê doz hatiye vekirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.