Li Colemêrg û Agirîyê ji tonekî zêdetir tiryak hat bidestxistin

Li Colemêrg û Agirîyê ji tonekî zêdetir tiryak hat bidestxistin

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di encama operasyona ekîbên cendermeyê li Colemêrg û Agirîyê de ji 1 tonî zêdetir maddeyên hişber hatin bidestxistin.

Hat îfadekirin ku di encama xebatên ku hatin kirin de, di koordînasyona Serokatîya Daîreya Micadeleya bi Sûcên Narkotîk a Fermandarîya Giştî ya Cenderme û bi telîmatên Serdozgerîya Komarîya Taşliçay û Geverê de û bi alîkarîya “Tîmên Atak”ê operasyon hatin lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonê de li Colemêrgê 345 kîlo skunk û 33 kîlo metamfetamîn, li Agirîyê jî 773 lître metamfetamîna bi av hatin bidestxistin. Tevahî ji 1 tonî zêdetir tiryak hatin bidestxisitn, 1 şikdarekî jî hat binçavkirin.

Wezîrê Karên Hindir Yerlîkaya, derheqê operasyonê de weha bal kişand.

Tiryak, dijminê herî mezin ê însanîyetê ye. Ew ê micadeleya me ya bi tacirên bijehr ên ku curetê vêya dikin bi biryardarî berdewam bike.”

Wezîr Yerlîkaya, hemî ekîbên ku tevlî operasyonê bûne pîroz kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.