Li Colemêrgê 64 kîlo skunk hat desteserkirin: 8 binçavî

Li Colemêrgê 64 kîlo skunk hat desteserkirin: 8 binçavî

Di encama operasyonên ku li Colemêrg, Wan û Mêrsînê hatine kirin de 8 şikdar hatin qefaltin, ji wan jî 4 kes hatin girtin.

Ji teref Midûrtîya Ewlehîya Bajarê Colemêrgê ve li dijî maddeyên hişber operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonê de 64 kîlo û 200 gram maddeya skunkê hat desteserkirin. 2 şikdar jî hatin qefaltin.

Hat îfadekirin şikdarên ku hatin qefaltin di çarçoveya tehqîqatekî dinê de ji Fermandarîya Cendermeya Bajêr re hatin teslîmkirin.

Midûrtîya Ewlehîya Bajarê û Fermandarîya Cendermeya Bajêr, li Colemêrg, Wan û Mêrsînê operasyonên hevdem lidarxistin. Di operasyonan de 8 şikdaran qefaltin.

Hat îfadekirin ku ji 8 şikdaran 4 kes hatin girtin û 4ên dinê jî derheqê wan de qedexeya derketina derveyê welat hat dayîn û bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

Hat destnîşankirin ku ji şikdaran yek ên ku hatine girtin personelê ewlehîyê ye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.