Li Colemêrgê 87 kîlo tiryak hat bidestxistin
Li navçeya Gevera Colemêrgê di nav wesayîtekî de lêgerîn hat kirin, di encama lêgerînê de metamfetamîn, kokaîn û eroîn hat bidestxistin.
Ekîbên Midûrtîya Şûbeya Micadeleya bi Sûcên Narkotîk ê Midûrtîya Ewlehîya Bajarê Colemêrgê, di 27ê Mijdarê de ji bo pêşgirtina bazirganî û hilberîna maddeyên tiryakê xebat da destpêkirin.
Di çarçoveya lêgerînan de 80 kîlo û 200 gram metamfeatmîn, 6 kîlo û 300 gram kokaîn û 1 kîlo eroîn hat bidestxistin.
Derheqê meseleyê de du şikdar hatin qefaltin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.