Li Colemêrgê Operasyona tiryakê: 15 kîlo esrara toz hat desteserkirin

Li Colemêrgê Operasyona tiryakê: 15 kîlo esrara toz hat desteserkirin

Li Colemêrgê di operasyona ekîbên cendermeyan de 15 kîlo û 255 gram rezîna esrarê hat desteserkirin. Kesekî ku têkildarî bûyerê hatibû binçavkirin jî hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehê li ser îstîxbarata ku kesekî bi navê S.Y. li mezraya Çîçeklî ya gundê Aksuyê ya navenda bajêr maddeyên hişber çêdike û bazirganî dike, ketin tevgerê.

Di lêgerînê de, ku bi destûra rayedarên dadwerî hat kirin, di dema lêkolîna mala şikdar û îmkanên wê de, di du kîsikên ku di baxçeyê de veşartî bûn de bi tevahî 15 kîlo û 255 gram esrara toz hat dîtin.

S.Y., ku di çarçoveya tehîqîqata bûyerê de hatibû binçavkirin, piştî temamkirina prosedurên dadgehê ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Colemêgrê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.