Li Derîyê Sînor 206 kîlo kokaîn hat bidestxistin
Di operasyona Orient Ekspres a ku li Derîyê Sînora Kapitan Andreevoya Bulgaristanê ku li hember Kapikuleya Edîrneyê ye hat lidarxistin de, di nav wesayîtekî dîplomatîkî de 206 kîlo kokaîn hat bidestxistin.
Hat destnîşankirin ku wesayît ji Beljîkayê birê ketîye û li ser Bulgaristanê dixwest ku bikeve nav Tirkîyeyê û şofêrê wesayîtê jî welatîyê Bulgaristanê ye, li cem şofêr jî mirovekî ku xwedîyê pasaporta dîplomatîk a Komarîya Demokratîk Kongoyê ye û pîrekekî welatîya Beljîkayê ye jî hebûne.
Wesayîteke liks û baha gihîşt Derîyê Sînor a Kapitan Andreevoê. Di lêgerîna ku di nav wesayîtê de hat lidarxistin de, di nav çar bawûlan û pişt qoltixên rêwîyan de 179 pakêt, yanê 205 kîlo û 940 gram kokaîn hat bidestxistin.
Hat destnîşankirin ku ev reqema ku li sînora Bulgaristanê hatîye bidestxistin, heta niha reqema herî mezin e ku li sînora Bulgaristanê hatîye qefaltin.
Derheqê bûyerê de 3 kes hatin binçavkirin.
Serokê Daîreya Gimrikê Georgi Dimov, îfade kir ku ji bi hezaran wesayîtan ev wesayît hatîye şopandin û ji 100î zêdetir personel di vê operasyonê de wezîfe girine.
Hat diyarkirin ku wesayît ji sînora Sirbistanê ve hatîye şopandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.