Li Derîyê Sînor a Xabûrê 41 kîlo zêr di nav solan de hat dîtin
Di xebatên nav mehekî dawîn de ku li Derîyê Sînor a Xabûrê ya Şirnexê (Derîyê Îbrahîm Xelîl ) hat lidarxistin, 41 kîlo zêr di nav solan de veşartin hatin bidestxistin. Derheqê bûyerê de 12 şikdar hatin binçavkirin.
Di encama operasyonên ku di dîrokên cuda de hatin lidarxistin de, hat dîtin ku şikdaran bi metodekî nayê zanîn ve qaçaxçîtîya zêran hat tespîtkirin.
Di lêkolînin ku hatin kirin de 41 kîlo zêr ku qasî 297 milyon 72 hezar û 896 lîre ye hat dîtin ku di nav solan de hatine veşartin.
12 şikdarên ku hatin binçavkirin, ji teref mehkemeyê ve hatin girtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.