Li Derîyê Sînorê ya Kapikuleyê operasyona rişwetê: Derheqê 350 şikdaran de qerara girtinê
Di lêpirsîna rişwetê ya li dijî wezîfedarên muhafazayê gumrikêya li Li Derîya Sînorêya Kapikuleya Edîrneyê de, ji 350 şikdarên derheqê wan de qerara girtinê hatibû dayîn 38 kesên hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de hat tespîtkirin ku hin wezîfedarên muhafezeya gumrikê ji kesên ku dikevin Tirkîyeyê û ji Tirkîyeyê derdikevin rişwetê digirin.
Di encama taqîba teknîk û fîzîkî de ji bo sûcên şikdaran bê qeydkirin qamerayên veşartî hat xistin peronan.
Di encama lêpirsîna Dozgerîya Komareyê de di malên 38 wezîfedarên gumrikê de pêgerîna hemwext hat kirin. Di lêgerînan de 14 hezar û 600 dolar, 21 hezar û 325 euro û 89 hezar û 800 Lîreyê Tirk hat bidestxistin.
38 şikdar hatin girtin.
Her wiha derheqê 350 şikdarên ku tê îddîakirin rişwetê dane qerara girtinê hat derxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.