Li dijî sûcên sîberê di 27 bajaran de operasyon hat kirin: 118 binçavî

Li dijî sûcên sîberê di 27 bajaran de operasyon hat kirin: 118 binçavî

Wezîrê Karên Hundir Elî Yerlîkaya ragihand ku, di encama operasyonên li dijî sûcên sîberê di 27 bajaran hat kirin de 237 şikdar hatin girtin.

Wezîr Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parvekirin kir û got di navbeyna 19-27ê Adara 2025an de di 27 bajaran de li dijî sûc û sûcdarên sîber operasyon hatiye lidarxistin.

Yerlîkaya got di operasyonên li bajarên; Karabuk, Enqere, Mugla, Denîzlî, Afyonkarahîsar, Bayburt, Zonguldak, Sîvas, Bolu, Edene, Semsûr, Bursa, Stenbol, Kirşehir, Qeyserî, Tekirdag, Kutahya, Çewlig, Xetay, Tokat, Çeneqqele, Erzirom, Mêrsîn, Entalya, Kocaelî, Nevşehîr û Rihayê hatiye kirin de ji 237 şikdarên ku hatine binçavkirin118 kes hatine girtin, 34 kes jî bi şerta qontrola edlî hatiye berdan, karên yên din didome.

Şikdarên hatine girtin; Dozgeriyê der barê wan de ji ber sûcên sextekarî, behîs, mustehcenîya zarokan a onlayn û dizî bi bikaranîna sîstemên agahdariyê lêpirsîn da destpêkirin.

Di encama operasyonan de gelek telefonên destan, kompîtur û malzemeyên dijîtal hatin bidestxistin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.