Li Diyarbekirê 105 kesên ku ji ber sûcên cuda dihatin lêgerîn hatin girtin

Li Diyarbekirê 105 kesên ku ji ber sûcên cuda dihatin lêgerîn hatin girtin

Li Diyarbekirê 105 kesên ku ji ber sûcên wekî kuştina bi qestî, firotin û dabînkirina narkotîkê û talankirinê (yağma) dihatin lêgerîn û cezayê wan ê girtîgehê hatibû qetandin, hatin binçavkirin.

Fermandariya Cendermeyan a Parêzgeha Diyarbekirê, ji bo girtina kesên lêgerînkirî operasyon da destpêkirin.

Di operasyonan de, 105 kesên ku di nav wan de ji ber sûcên wekî 'Kuştina bi qestî, firotin û dabînkirina narkotîkê, dizî, bi çek talankirina di dema şevê de, hilgirtin an jî xwedîkirina çek û fîşekên bêruhsat' dihatin lêgerîn, hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku di nav gumanbaran de; 5 kesên ku di navbera 10-20 salan de cezayê wan heye, 17 kesên di navbera 5-10 salan de, 47 kesên di navbera 2-5 salan de û 36 kesên ku di binê 2 salan de cezayê wan hebû hene.

105 kesên ku hatin girtin, sewqî meqamên dadwerî hatin kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.