Li Dîyarbekirê 129 kîlogram maddeyên hişber hatin desteserkirin
Di operasyonên ku li Dîyarbekirê hatin kirin de, 129 kîlogram maddeyên hişber hatin desteserkirin û li dijî 21 şikdaran karûbarên qanûnî hatin destpêkirin.
Fermandariya Cendirmeyên bajarê Dîyarbekirê operasyonên xwe yên li dijî maddeyên hişber li bajar û navçeyên wê didomîne.
Di çarçoveya lêpirsînên berdewam de, di operasyonan de 71 kîlogram skunk, 58.2 kîlogram esrar, 6 gram metamfetamîn û 22 hebên Lyrica hatin desteserkirin.
Derbarê 21 şikdaran de têkildarî maddeyên hişber ên ku hatine desteserkirin, tedbîrên yasayî hatin girtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.