Li Dîyarbekirê 7 milyon 543 hezar kenewîra kok û skunk hat bidestxistin

Li Dîyarbekirê 7 milyon 543 hezar kenewîra kok û skunk hat bidestxistin

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku 7 milyon 543 hezar û 818 kenewîra kok û skunk ku pê 174 esrara toz dihat çêkirin hat bidestxistin.

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da. Yerlîkaya di daxuyanîya xwe de weha got:

“Di operasyonên ku bi desteka Sîstemên Fêhmkirina ji Dûrve û ÎHAyan ve de; 8 şikdarên tacirê jehrê hatin qefaltin.

Di koordînasyona Serokatîya Daîreya TEM û Micadeleya Sûcên Narkotîk ê Fermandarîya Giştî ya Cenderme û Serdozgerîya Komarîya Hezro, Hênê, Licê, Egil û Dîyarbekirê de; di encama xebatên ku ji teref Fermandarîya Cendemerya Bajarê Dîyarbekirê ve hat lidarxistin de; li navçeyên Egil, Yenîşehîr, Sûr, Licê, Hênê, Hezro û Karaza Dîyarbekirê;

179 tîmên operasyonê, 2 hezar û 212 personel, 1 helîkoptera giştî ya ji tîpa S-70, 2 heb JÎHAyan operasyon hatine lidarxistin. Em Walîtîya me ya Dîyarbekirê, Serdozgerîyên xwe yên Komarîyê ku di koordînasyona operasyonê de bûn û Fermandarê Cendermeya Bajarê Dîyarbekirê û leşkerên wî pîroz dikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.