Li Dîyarbekirê avahîyekî ji ber xesara qolonan hat valakirin
Li Yenîşehîra Dîyarbekirê, avahîyekî 7 qatî ji ber ku di qolonên wî de xesar çêbûye hat tehlîyekirin.
Li gorî agahîyan avahî li Kolana 7emîn a Kurt Îsmaîl Paşa ya Ofîsa Yenîşehîrê bûye, tehlîye jî ji ber zerardîtina qolonan hatîye kirin.
Di lêkolînên ku di avahîya 7 qatî de hat kirin de, hat tespîtkirin ku di hinek qolonan de hinek zafîyetên ziîf hebûne.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên AFAD û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Avahîya ku qolonên wî zerarê dîtine ji ber ewlehîyê hat tehlîyekirin, derdorê wî jî hat girtin.
Rayedaran hişyarî dan welatîyan ku bila baldar bin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.