Li Diyarbekirê barîna berfê bajêr bi spîtiyê nixumand
Li Diyarbekirê barîna berfê ya ku ji duh êvarê ve bibandor bû, bajêr bi spîtiyê nixumand. Ji ber barîna ku li hin cihan berdewam dike, kolan û şeqam di bin berfê de man û di jiyana rojane de astengî derketin.
Ji ber barîna berfê li seranserê bajêr di hin saziyên perwerdehiyê de rojek navber hat dayîn (hatin tatîlkirin). Ji ber şert û mercên xirab ên hewayê hin seferên balafiran hatin betalkirin, hin sefer jî hatin paşxistin.
Li ser rêyên sereke tîmên Rêbejayî û şaredariyê xebatên xwêkirin û vekirina rêyan didomînin; lê di hinek kolanên navber de şofêr û peya bi zehmetî dimeşin. Nexasim li Bulwara Rihayê, piştî xebatên xwêkirinê berfa herî (balçık) çêbû û ev rewş car caran şofêran dixe nava zoriyan.
Welatiyan anîn ziman ku ger ev berfa herî neyê paqijkirin, dê êvarê bibe qeşayî (cemed) û ji ber vê yekê ji rayedaran çareseriyeke lezgîn hêvî dikin.
Rayedarên Meteorolojiyê ragihandin ku dê barîna berfê di saetên pêş de jî car bi car berdewam bike.












Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.