Li Dîyarbekirê bayê bihêz banê xanîyan firand
Li Tekstîl City ya Dîyarbekirê, tofanek û bayê bihêz banên hinek avahiyan rakir û ew ber bi hewayê ve firandin.
Tofanek ku li Textil City ya li Dîyarbekirê xist, bû sedema panîkê. Bayên ji nişka ve û dijwar banên kargeh û avahiyên derdorê rakir û kêliyên bûyerê bi kamerayek telefona desta hatin qeydkirin.
Di wêneyan de perçeyên mezin ên bermahiyên ku bi metreyan bilindahî ber bi hewayê ve tên avêtin û ji ber hêza tofanê li dora xwe belav dibin. Bi taybetî jî kêliya ku beşek ji banê avahiyekê bi tevahî hat qetandin û di hewayê de firîya.
Welatiyên herêmê di dema bûyerê de tirsek mezin jiyan kirin, lê belê ti birîndarî çênebûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.