Li Dîyarbekirê derbarê 6 doktoran de lêpirsîn hat destpêkirin

Li Dîyarbekirê derbarê 6 doktoran de lêpirsîn hat destpêkirin

Di lêpirsîna ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve hatiye destpêkirin de, li dijî şeş doktorên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ya Dîyarbekirê cezayên darayî, dadwerî û îdarî hatin xwestin.

Wezareta Tenduristiyê li ser îdiayên ku hin cerrahên ortopedîk ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî ya Dîyarbekirê plakayên metal di hestiyên saxlem de çandine û şikestinên piçûk bi emeliyatê derman kirine, lêpirsînek da destpêkirin.

Mufetîşên Wezaretê daxwaza cezayên darayî, dadwerî û îdarî li dijî şeş cerrahên ortopedîk ên di bin lêpirsînê de kirine.

Bi tohmeta zirardayîna dewletê, ji şeş doktoran re bi tevahî 168,000 Lîreyên Tirkî cezayê pereyan hat xwestin.

Ji aliyê îdarî ve, du doktor ji xizmeta giştî hatin avêtin, sê hatin sirgûnkirin (mecbûr man ku bajar biguherînin), û mûçeya doktorekî jî hat kêmkirin. Ji aliyê dadwerî ve, destûr hat dayîn ku dozgerî lêpirsînê bike û ew li dadgehê bên darizandin.

Dengê Xana Axpar

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.