Li Diyarbekirê di çarşî û bazaran de liv û tevgera cejnê
Bi nêzîkbûna çend rojên kêm ji bo Cejna Remezanê, li Diyarbekirê di çarşî û bazaran de liv û tevger dest pê kir. Şekir, loqim û şekirê behîvê li ser tezgahan cihê xwe girtin.
Li Diyarbekirê beriya Cejna Remezanê, tezgêhên şekiran ên di çarşî û bazaran de dîmenên rengîn avakirin. Ji şekirên bi çîkolata heta şekirên klasîk ên cejnê, gelek berhem li ser refan cihê xwe girtin.
Bi nêzîkbûna çend rojên kêm ji bo cejnê, li Sura Diyarbekirê qerebalixiya di çarşî û bazaran de zêde bû û tezgêhan dîmenên rengîn pêşkeş kirin. Li Sûrê ku berhemên wekî şekir, loqim û çerezan derketine pêş, esnafan diyar kir ku her çend li gorî par di firotinê de kêmbûnek hebe jî, bi giştî ji firotina xwe memnûn in.
Murat Aslan, ku yek ji esnafên Sura Diyarbekirê ye, diyar kir ku barana di van rojan de bandora xwe nîşan dide, qerebalixiya çarşiyê hinekî kêm kiriye û weha got:
"Ji ber barana ku çend roj in bibandor e, li çarşiyê qerebalixî ne pir zêde ye. Dem bi dem qerebalixî zêde dibe, dem bi dem jî rawestînek (durgunluk) çêdibe. Ez bawer dikim ku rojek beriya cejnê dê qerebalixî hîn bêtir zêde bibe. Herî zêde daxwaz ji bo şekir, şekirê behîvê, loqim û berhemên çerezan heye. Hinek welatî xwedî hêza kirînê ne, hinek jî zehmetiyê dikişînin. Em jî ji bo kesên ku di kirînê de zehmetiyê dikişînin, daxistinê dikin."
Esnafekî din ê bi navê Zal Gündüz jî anî ziman ku li gorî par di firotinê de kêmbûneke berbiçav heye û weha got:
"Li gorî par, îsal di firotinên cejnê de kêmbûneke cidî heye. Berê di van saetan de dayîna hevpeyvînekê (röportaj) jî zehmet bû, ji ber qerebalixiyê me wext neditand. Lê êdî ew liv û tevgera berê nemaye. Mixabin hêza kirînê ya welatiyan kêm bûye. Her wiha hejmara kesên ku vê karî dikin jî zêde bûye. Mirov êdî bêyî ku werin çarşiyê, dikarin li nêzî malên xwe danûstandinê bikin. Her ku cejn nêzîk dibe, daxwaz ji bo şekir, loqim û qehweyê zêde dibe; lê bi gelemperî danûstandinên piçûk wekî 1-2 kîlo şekir û nîv kîlo loqim têne kirin."
Esnaf Samet Elma jî diyar kir ku li çarşiyê telaşa cejnê tê hîskirin û weha axivî:
"Niha li çarşiyê telaşa cejnê heye. Her kes li pey danûstandina cejnê ye. Welatî bi taybetî şekirê cejnê, loqim û kolonyayê dikirin. Di şekirê me yê behîvê de glîkoz û maddeyên lêzêdekirî (katkı maddesi) nîn in. Cureyên loqimên me jî bi temamî hilberîna me ne û bi destan (el yapımı) tên çêkirin. Em nêzî hefteyek beriya cejnê dest bi amadekariyan dikin û tezgêhên xwe ji bo cejnê amade dikin."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.