Li Dîyarbekirê di dema çêkirina pirê de îskele hilweşiya: 3 karker mirin

Li Dîyarbekirê di dema çêkirina pirê de îskele hilweşiya: 3 karker mirin

Li navçeya Pasûrê (Qulpê) ya Dîyarbekirê, di dema çêkirina pirekê de, ji ber hilweşîna îskeleyê sê karkeran canê xwe ji dest dan û du jî bi giranî birîndar bûn.

Bûyer, li ser rêya Qulp-Mûşê li ser vîyaduka ku di bin çêkirinê de bû, qewimî.

Piştî qezaya li cihê kar, ekîbên AFAD, tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê bi lez û bez şandin herêmê û hewldanên rizgarkirin û alîkariya yekem dest pê kirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Dîyarbekirê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Di 11ê Mijdara 2025an de, di encama hilweşîna (qezaya kar) ya li ser rêya Qulp-Mûşê ya di bin çêkirinê de çêbû, 3 karkeran canê xwe ji dest dan û 2 karker jî bi giranî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, ekîbên AFAD, Tenduristiyê, cenderme û îtfaîyeyê tavilê şandin herêmê û hewldanên rizgarkirin û alîkariya yekem bi lez û bez dest pê kirin. Karkerên me yên birîndar (yek bi ambulansa hewayî) ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.

Derbarê qezayê de ji aliyê dezgehên dadwerî ve lêpirsîn hatiye destpêkirin û bûyer bi hemû aliyên wê ve tê lêkolînkirin.

Em ji bo welatiyên xwe yên ku canê xwe ji dest dane rehmeta Xwedê dixwazin, ji malbatên wan re sersaxî û ji bo birîndaran jî şifaya bilez dixwazin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.