Li Dîyarbekirê êrîş li wesayîtekî hat kirin: 1 mirî, 1 birîndar

Li Dîyarbekirê êrîş li wesayîtekî hat kirin: 1 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Karaza Dîyarbekirê êrîş li wesayîtekî hat kirin, di encamê de 1 kes canê xwe ji dest da, 1 kes jî birîndar bû.

Bûyer, li gundê Rasileyna Karaza Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî îddîayan, mirovek bi keleşkofê gule li ser wesayîtekî ku neyarên wî di nav de bûn reşand. Di encama êrîşê de M.B. (45) û A.K. (24) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Karazê re hatin rakirin. Lê ji birîndaran A.K. digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Cenaze ji bo otopsîyê ji Sazîya Tip a Edlî re hat rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqatekî mezin hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.