Li Diyarbekirê êrîşa çekdarî: Kesek birîndar bû
Li navçeya Rezan a Diyarbekirê, di êrîşeke çekdarî de kesek ji lingê xwe hate gulebarankirin û birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer li taxa Mevlana Halit a navçeya Rezanê, di kolana 420an de qewimî.
Kesê ku hê nasnameya wî nehatiye diyarkirin, rastî êrîşa çekdarî ya kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar hat.
Piştî ku welatiyên li derdorê agahî dan, hejmareke zêde polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên polîsan li herêmê tevdîrên berfireh ên ewlehiyê girtin û li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.
Kesê birîndar, piştî mudaxileya yekem a tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê û hate dermankirin.
Hate hînbûn ku rîska jiyanî ya birîndar nîn e.
Lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.