Li Dîyarbekirê fîyetên veguhestinê ji sedî 30 zêde bûn
Li Dîyarbekirê, heqê veguhestina giştî ya bajêr ku 20 TL bû, ji sedî 30 zêde bû û bû 25 TL, û heqê siwarbûna taksiyê ku 90 TL bû, bû 125 TL. Zêdebûn dê ji sibê pê ve derbasdar be.
Navenda Koordînasyona Veguhestinê (UKOME) di civîna xwe ya îro de biryar da ku xerca veguhestina bajêr ji sedî 30 zêde bike.
Li gorî zêdebûna ku dê li ser heqê veguhastina giştî ya bajêr li bajarê Dîyarbekirê were sepandin, bilêta tevahî ya otobusên aîdî Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê û otobusên giştî yên taybet, ku 20 TL bû, wek 25 TL û bilêta xwendekaran jî wek 15 TL hat destnîşankirin.
Xerca rêwîtiyên mesafeyên kurt, ku di taksiyên bazirganî de bi gelemperî wekî "siwar bû – peya bû" tê binavkirin, ji 90 TL zêde bû 125 TL, di heman demê de xerca vekirina taksimeterê jî nûve kir 25 TL.
Zêdebûna ji sedî 30 ya fîyetên veguhastinê dê ji sibê pê ve derbasdar be. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.