Li Dîyarbekirê ji navenda ewlehîyê re bi bombeyan êrîş hat kirin
Teqemeniyek destçêkirî li ser rêya ku ber bi deriyê giştî yê avahiya sereke ya Midûriyeta Polêsan a Bajarê Dîyarbekirê ve diçe, hate avêtin.
Walîtiyê ragihand ku ji bo girtina her du şikdarên ku ji cihê bûyerê revîyane, xebat hatine destpêkirin.
Walîtîya Dîyarbekirê ragihand ku teqemenîyeke destçêkirî li ser rêya ku deriyê giştî yê avahîya xizmetê ya sereke ya Daîreya Polêsan a Bajarê lê ye hatiye avêtin.
Daxuyaniyeke nivîskî ya ji ofîsa parêzgariyê diyar kir ku du şikdarên rûpoş piştî bûyerê reviyane.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hewlên ji bo tespîtkirin û girtina sûcdaran berdewam dikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.