Li Dîyarbekirê kamyona tijî ka şewitî
Li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê kamyonetek ku bi kayê barkirî bû şewitî.
Li Taxa Palûkê ya navçeya Sûrê kamyonek bi kayê barkirî şewitî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, qamyonek bi plakaya 21 DC 139 ku bi kayê barkirî bû û navê ajokarê wê nayê zanîn, ji ber sedemek nediyar agir pê ket.
Agirê ku bi lez mezin bû, ji aliyê tîmên agirkujiyê û welatiyan ve hate mudaxelekirin û piştî hewldanên dirêj agir hate kontrolkirin.





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.