
Li Dîyarbekirê mînîbûs şewitî
Li Dîyarbekirê mînîbûsa ku ragihanîya rêwîyên nav welat dikir ji nişkavde şewitî. Dema şewatê ji teref qemerayên telefonan ve hat qeydkirin.
Bûyer, li alîyê Çarrêya Yenîhal Kopruluya ser Ceddeya Kayapinara navçeya Kayapinarê di seat 15.00an de pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa bi plaqeya 21 M 0063 ku serwîsa Dagkapi-Gazîleran dikir li Çarrêya Yenîhal Kopruluyê dema ku li alîyê Gazîlera diçû xera bû.
Hat îfadekirin ku di motora wesayîtê de dûman derketîye û rêwîyên mînîbûsê hatine tehlîyekirin û dolmîş şewitîye.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Di encama midexeleya ekîban de şewat hat vemirandin lê wesayît bû wek xwelîyê.
Ji ber şewatê trafîk sekinî û mirovên derdorê jî endîşe kirin.
Dema şewatê jî dem bi dem ji teref qemerayên telefonê ve hatin kişandin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.