Li Dîyarbekirê mînîbûsa gerê qulibî: 7 birîndar
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê, mînîbûseke gerê ku ji Erziromê diçû Mîdyada Mêrdînê qulibî. Di qezayê de yek jê pitikek 5 mehî 7 kes birîndar bûn.
Qeza di seatên serê sibehê de li alîyê Taxa Salata Bismilê pêk hat.
Li gorî agahîyan, mînîbûsa bi plaqeya 25 AN 427 ya ku nasnameya şofêrê wî nehat hînbûn, ji bin kontrola şofêr derket û qulipî. Di qezayê de Zeynep A. (33), Mine E. (34), Yasin O. (33), Kubra K. (23), Cemre K. (21), Engin M. (13) û pitikek 5 mehî birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Piştî qezayê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.