Li Dîyarbekirê operayona sextekarîyê: 17 binçavkirin
Di operasyonên ku navenda wan li Dîyarbekir û 10 bajaran e de, 17 şikdar bi şipheya xwegihandina hesabên bankayên înternetê û veguhestina pereyan bi rêya platformên medyaya civakî bo malperên taybetî hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna şeş mehan a ku ji hêla Yekîneya Sûcên Sîber a Midûriyeta Polîsan a Dîyarbekirê ve tê meşandin de, li Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Colemêrg, Entab, Nîxde, Stenbol, Mûxla, Kirklareli û Îzmîrê operasyonên hevdem li dijî sextekaran hatin kirin. 17 şikdar, ku bi tevahî mîqdara danûstandinên wan wekî 827.473.000 TL hat destnîşankirin, hatin girtin û hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.