Li Dîyarbekirê otobûsa rêwîyan şewitî

Li navçeya Farqîna Dîyarbekirê, otobûsek di dema ku birêve diçû de şewitî û bû wek xwelîyê.

Bûyer, doh di seatên nîvroyê de li ser rêy Farqîn-Dîyarbekirê pêk hat. Otobûsa ku navê şofêrê wî û plaqeya wî nehat hînbûn ji ber sedemeke ku hêj nedîyare di dema ku birêve diçû de şewitî.

Şofêrê otobûsê ku rewşê ferq kir û ji otobûsê peya bû, telefonê Navenda Lezgîn ya 112yê kir. Ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, AFAD û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê, şewata otobûsê tefandin lê otobûs bû wek xwelîyê. Hat hînbûn ku di dema şewatê de otobûs vala bûye û derheqê sedema derketina şewatê de lêgerîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.