Li Dîyarbekirê qamyonet û motorbisiqlet li hev qelibîn: 2 birîndar
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê qamyonetek û motorbisiqletek li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Bûyer, li Kolana 1109 a Taxa Bagcilarê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qamyoneta bi plaqeya 21 AEK 849 û motorbisiqleta bi plaqeya 21 AHE 838 li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 mirovên ku li ser motorbisiqletê bûn birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.