Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 1 jê giran 4 birîndar

Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 1 jê giran 4 birîndar

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, qezayeke trafîkê çêbû, di encama qezayê de 1 jê giran 4 kes birîndar bûn.

Qeza, li nêzê gundê Kodê ya navçeya Rezan pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 21 ABE 775 a ku di bin îdareya M.F.K. de bû, ji ber ku lastîka wî ket nav qurtikê şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û wesayît ji rê derket teqle avêt.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û AFADê hatin sewqkirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.

Mirovên birîndar jî bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.