Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 4 birîndar

Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 4 birîndar

Li ser rêya Alatosun a Dîyarbekirê wesayîtek qeza kir, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta di bin îdareya E.A. de, dema ku di rê de diçû ji bin kontrola şofêrê xwe derket û qeza kir.

Di encama qezayê de 4 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.