Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 6 birîndar
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, di encama lihevketina du wesayîtan de 6 kes birîndar bûn.
Li Dîyarbekirê piştî lihevketina du wesayîtan di qezayek trafîkê de 6 kes birîndar bûn.
Qeza li xaçerêya rêya dorhêl a gundê Batı Karakoç a Rezan qewimî. Du otomobîlên ku plakayên wan û navên ajokarên wan nayên zanîn li hev ketin. Di qezayê de 6 kes birîndar bûn, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî wergirtina dermankirina destpêkê li cihê bûyerê, birîndar bi ambulansê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Li ser qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.