Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
Li navçeya Yenişehira Diyarbekirê, di encama lihevketina du wesayîtan de qezayek pêk hat; di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li Diyarbekirê di encama lihevketina du wesayîtan de qezayek pêk hat; di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Qeza, li navçeya Yenişehirê li ser Bûlvara Farqînê (Silvan) qewimî. Du wesayîtên ku di rê de diçûn li hev xistin. Di qezayê de wesayîtek li bariyeran ket û ji rê derket. Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên 112’ê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di destwerdana yekem a tîmên tenduristiyê de hat tespîtkirin ku kesekî jiyana xwe ji dest daye. Welatiyê ku di qezayê de birîndar bû, piştî destwerdana ewil sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. Welatiyê ku jiyana xwe ji dest da jî ji bo karên otopsiyê hat birin bo morgê.
Der barê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.