Li Dîyarbekirê qezayeke zîncîrî: 6 birîndar

Li Dîyarbekirê qezayeke zîncîrî: 6 birîndar

Li ser rêya Xarpêt-Dîyarbekirê 5 wesayît li hev qelibîn, di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Qeza, di seat 10.00an de li Bûlwara Xarpêtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 5 wesayît li alîyê Bûlwara Xarpêtê ku ji alîyê Çarrêya Baikentê dihatin li hev qelibîn, di qezaya zîncîrî de 6 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.