Li Dîyarbekirê qolonê apartmanekê xesar dît
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê qolona avahîyekî xesarê dît, ji ber vê yekê ew avahî û avahîyên derdorê hatin valakirin.
Avahîya ku qolona wî xesarê dîtîye apartmana Bakir-3 ye û ew li ser Ceddeya Goçmenler a navçeya Rezan e.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên AFAD, îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Piştî nirxandinên ekîban jîngehên ku di avahîya Bakir-3 de rûdinişstin ji ber ewlehîyê hatin tehlîyekirin.
Ji ber ewlehîyê hat îfadekirin ku Apartmana Altaş a 5 qatî jî hat valakirin.
Rayedaran îfade kirin ku ew ê piştî lêkolînan wê derheqê herdu avahîyan de jî biryar were dayîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.