Li Dîyarbekirê tirek û wesayîtekî li hev qelibîn: Tir şewitî

Li Dîyarbekirê tirek û wesayîtekî li hev qelibîn: Tir şewitî

Di seatên serê sibehê de li Dîyarbekirê qezayeke trafîkê çêbû, bi tesîra qezayê tir şewitî. Piştî qezayê şofêrê wesayîtê ji ber ku ehlîyeta wî tinebû ji cîhê qezayê revîya.

Qeza, di seatên serê sibehê de li Çarrêya Bismilê, Rêya Derdorê ya Qerejdaxê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku di rê de diçû, ket şerîda dinê û li tira ku ji hêla dinê ve dihat xist. Piştî bûyerê bi tesîra qezayê tir şetiwî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Ekîbên ku midexeleyê şewatê kirin, di demeke kurt de agir vemirandin. Encax tir bû wek xwelîyê, û di wesayîtê de xesareke giran çêbû.

Hat hînbûn ku piştî qezayê şofêrê wesayîtê ji ber ku ehlîyeta wî tinebûye ji cîhê qezayê revîyaye.

Di encama qezayê de candayîn û birîndarbûn çênebû û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.