Li Dîyarbekirê trên li otobûsa şaredarîyê xist
Li navçeya Bajara Nû ya Dîyarbekirê trên li otobûsa şaredarîyê xist û di encamê de kesekî birîndar bû. Hat îfadekirin ku di dema qezayê de di nav otobûsê de tu kes tinebûye.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, ji otobûsa şaredarîyê ya ku li ser rêya hesinê ya trênê ku li ber Sîteya Galerîya Wesayîtan a navçeya Bajara Nû derbas dibû re trêna ku sefera Êlih-Dîyarbekirê dikir qelibî. Bi tesîra lêxistina trênê otoûbûs pekîya.
Di encama qezayê de şofêra otobûsê Bahar Aydin birîndar bû. Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Hat îfadekirin ku Aydin piştî tedawîya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.