Li Dîyarbekirê xwendekaran bi jehra xwarinê ketin

Li Dîyarbekirê xwendekaran bi jehra xwarinê ketin

Xwendekarên ku di dibistana seretaya navîn û ewil a Kirkkoyuna navçeya Rezan de perwerdehîyê didîtin, li gorî îddîayan ji ava fêkîyên ku vexwarine bi jehrê ketin û 13 xwendekar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Bûyer, li Taxa Kirkkoyuna navçeya Rezan pêk hat.

Li gorî îddîayan, xwendekarên ku di dibistana seretaya navîn û ewil a Kirkkoyuna navçeya Rezan de perwerdehîyê didîtin, ji ava fêkîya ku vexwarin nexweş ketin.

Hat îfadekirin ku ji ava fêkîyan bêhna xerab hatîye û li ser şibheya jehrêketinê xeber ji ekîban re hat şandin. Li ser vê yekê gelek ekîbên tenduristîyê ji herêmê re hatin sewqkirin.


13 xwendekarên ku şibheya jehrîbûnê hebûn, ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Li dibistanê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn û xwendekarên dinê jî bi serwîsan ji malên wan re hatin şandin.

Hat îfadekirin ku derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.