Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
Li gundê Tokluca ya navçeya Rezan a Dîyarbekirê Yazgul Kaya ya 3 salî winda bû. Ji bona ku qîzika biçûk were dîtin ji teref ekîban ve xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
Yazgul a sê salî ya ji malbata Kaya ya li gundê Tokluca ya navçeya Rezan a Dîyarbekirê, bi saetan e winda ye.
Piştî xeberdayînê, ekîbên cendirme û yên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî windabûna Kaya li herêmê operasyoneke lêgerînê ya berfireh hate destpêkirin. Ekîb ji bo zarokê biçûk, ku bi saetan e winda ye, di rewşa amadebaşiyê de bûn.
Ekîb li dora gund û bi taybetî jî li gola avê ya nêzîkî malên wan, xebatên lêgerînê yên dijwar didomînin. Ekîbên noqavaniyê di golê de lêgerînên bin avê dikin, di heman demê de li derdora wê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatine girtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.