Li Edeneyê îskele hilweşiya: Karkerek mir, yek bi giranî birîndar bû
Piştî hilweşîna îskeleyek li ser avahiyek 10 qatî ya li Edeneyê, du karker çend metreyan li erdê ketin. Karkerek mir û yek jî bi giranî birîndar bû.
Li Taxa Yenibaraj a navçeya Seyhan a Edeneyê, ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn, îskeleya avahiyek 10 qatî ya di bin çêkirinê de hilweşiya.
Di dema hilweşînê de, karkerên bi navê Siracettin Demirkıran (53) û Îbrahîm Gulşen (45) ku li ser îskeleyan dixebitîn, ketin erdê.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên polês, îtfaîye û tenduristiyê hatin sewqkirin.
Piştî lêkolîna tîmên ku gihîştin cihê bûyerê, hat diyarkirin ku Siracettin Demirkiran jiyana xwe ji dest daye.
Îbrahîm Gulşen ê ku bi giranî birîndar bû, piştî alîkariya yekem bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhanê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.